Serokê TBMMê Şentop serdana Dayikên Diyarbekirê kir

Serokê TBMMê Şentop serdana Dayikên Diyarbekirê kir

Serokê TBMMê Prof. Dr. Mustafa Şentop di serdana Dayikên Diyarbekirê de destnîşan kir ku çalakiya dayikan çalakiya herî bi bandor a cîhanê ye û got, "Em dikarin bêjin ku ev çalakiya ku li vêderê tê lidarxistin, li seranserê cîhanê çalakiya herî siruştî û sivîlane ye. Beriya nuha li hember terorê û terorîstan li welatên curbicur çalakî hatine lidarxistin lêbelê ev çalakî bi birayardarî û siruştiya xwe ji hemiyan cudatir û bihêztir e. Em piştevanên wan in."

Prof. Dr. Şentop serdana dayikên Diyarbekirê yên ku ji bo ewladên xwe yên ku revandine çiyê li ber deriyê avahiya HDPê ya li Diyarbekirê çalakiya rûniştinê didomîmînin kir.

Malbatên ku di çalakiyê de berdewam in bertekên xwe yên dijî PKKya rêxistina terorê û HDPê anîn ziman û û çawayiya revandina zarokên xwe ji bo çiyê yeka yek ji Şentop re vegotin.

Şentopê qurnefîl li malbatan belav kir û di axaftina xwe de destnîşan kir ew malbat ev 800 roj e ji bo bigihîjin ewladên xwe çalakiyê didomînin. Herwiha anî ziman ku hinek dayik bi birayrdarî û serbilindî gihiştine ewladên xwe.

Şentop wiha axivî:

"Çalakiya dayikan bi bandortirîn çalakiya cîhanê ye. Em dikarin bêjin ku ev çalakiya ku li vêderê tê lidarxistin, li seranserê cîhanê çalakiya herî siruştî û sivîlane ye. Beriya nuha li hember terorê û terorîstan li welatên curbicur çalakî hatine lidarxistin lêbelê ev çalakî bi birayardarî û siruştiya xwe ji hemiyan cudatir û bihêztir e. Em piştevanên wan in."

Şentop anî ziman ku tiştên malbatan vegot cihê xemgîniyê ye û wiha pê de çû:

"Li vêderê îdiayên berbiçav ên dayikan hene ku di warê şandina ewladên wan bo çiyê, gihandina wan ji bo rêxistina terorê hinek partiyên siyasî navbeynkarî kirine. Bi divê hemî alî ji bo ev dayik bigihijin ewladên xwe çi ji destê wan were bikin. Em di wê fikrê de ne ku dewleta me, di serî de Serokomarê me, em piştevanê van çalakiyan in. Bi hemî îmkanên xwe em piştevan in. Xwedê wan bigihîne ewladên wan, Xwedê alîkarê wan be."

Di serdanê de Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, Parlementerên AK Partiyê yên Diyarbekirê Mehdî Eker, Ebubekir Bal û Oya Eronat jî amade bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE