Serokatiya Ragihandinê: "Daxwaza efwa ji wezîfeyê ya Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albarak qebûl bû"

Serokatiya Ragihandinê: "Di encama nirxandina ji aliyê serokomariyê ve daxwaza efwa ji wezîfeyê ya Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albarak qebûl bû."

Serokatiya Ragihandinê: "Daxwaza efwa ji wezîfeyê ya Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albarak qebûl bû"

Serokatiya Ragihandina Serokomariyê ragihand ku daxwaza efwa ji wezîfeyê ya Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albarak qebûl bûye.

Serokatiya Ragihandinê Serokomariyê derbarê daxwaza efwa ji wezîfeyê ya Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albarak daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniya nivîskî ya Serokatiya Ragihandinê de hat gotin ku Pergala Hikûmeta Serokomaryiê di dîroka Komara Tirkiyeyê de reforma herî mezin a rêveberiyê ye. Piştî derbasbûna Pergala Hikûmeta Serokomariyê, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kabîneya xwe ava kir û pêşkêşî teqdîra gel kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Weke îlave li ser qeyranên herêmî û kurewî bi sedema vîrusa koronayê dewletên pêşketî jî di zehmetiyên aborî de ne. Di serdemeke wiha de bi hewlên Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak welatê me bi kêmtirîn xisarê di rêya xwe de berdewam kir. Serkeftiyên cenabê Wezîrê me ji aliyê Rêzdar Serokomarê me ve bûn layiqê teqdîrê. Di encama nirxandina ji aliyê serokomariyê ve daxwaza efwa ji wezîfeyê ya Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albarak qebûl bû."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE