"Serokkomar Erdogan wê ber bi dawiya salê biçe Iraqê"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ragihand ku Serok Recep Tayyîp Erdogan wê ber bi dawiya salê seba 4emîn Civîna Konseya Tevkariya Stratejîk a Payebilind biçe Iraqê

"Serokkomar Erdogan wê ber bi dawiya salê biçe Iraqê"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ragihand ku Serok Recep Tayyîp Erdogan wê ber bi dawiya salê seba 4emîn Civîna Konseya Tevkariya Stratejîk a Payebilind biçe Iraqê.

Wezîr Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Iraqê Mihemed Elî el-Hekîm li Bexdaya paytextê Iraqê piştî hevdîtinan civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.

Çavuşoglu diyar kir, ew kêfxweş e ku li Iraqê ye û destnîşan kir ku ew û hevkarê xwe yê Hekîm ji her alî va li ser têkiliyên dualî yên Tirkiye û Iraqê sekinîn û der heqê mijarên herêmî da fikra xwe ji hev ra gotin.

Çavuşoglu got ku ew ê kêfxweş bibin ku di paşerojê da Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî li Tirkiyeyê biezimînin û wiha dewam kir: "Her wiha Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan jî wê ber bi dawiya salê seba 4emîn Civîna Konseya Tevkariya Stratejîk a Payebilind Iraqê ziyaret bike. Ez û birayê Hekîm em îro li ser amadehiyên vê ziyaretê sekinîn."

Çavuşoglu destnîşan kir ku di mijarên herêmî da fikra Iraq û Tirkiyeyê hev digre.

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Nîsan 2019, 10:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE