Serokomarê Iraqê Berhem Salih ji bo hevdîtinên fermî bike îro sibê hat Enqereyê.
Balafira ku Serokomar Salih û heyeta wî anî Enqereyê di saet 10.30an da gihîşte Balafirgeha Esenbogayê.
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Fatih Donmez, Balyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê Fatîh Yildiz û Korgeneralê Fermandarê Garnîzona Enqereyê Alî Sîvrî li balafirgehê Salih pêşwazî kirin.
Salih û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê li Kulliyeya Serokomariyê hevdîtinê bikin.
Herdu serok wê li ser têkiliyên dualî yên herdu welatan û pêşvabirina hevkariyê biaxivin.
Erdogan û Salih Sûriye di serî da wê li ser geşedanên herêmî û navneteweyî fikrên xwe parve bikin.
Serokomar Salih di 2yê Cotmehê da dest bi wezîfeyê kiribû, ji wê demê pê va cara ewil tê Enqereyê.AA