"Serokkomarê me qanûna lipaşxistina fîltrelêdana santralên termîk veto kir"

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik anî ziman ku Serokkomar qanûna ku fîltrelêdana santralên termîk li paş dixe teswîb nekir û veto kir.

"Serokkomarê me qanûna lipaşxistina fîltrelêdana santralên termîk veto kir"

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik anî ziman ku Serokkomar qanûna ku fîltrelêdana santralên termîk li paş dixe teswîb nekir û veto kir.

Çelik derbarê vetoya qanûna ku fîltrelêdana santralên termîk li paş dixe wiha got, "Serokkomarê me ev veto bi mebesta wê yekê kir ku şirket ji bo parastina jîngehê hessastir bin û sepanên pêwîst bi cih bînin. Yekemîn veto ye ku hatiye îmzakirin û ev jî di encama hessasiyeta jîngehê de hat meydanê."

Berdevkê AK Partiyê Çelik derheqê nîqaşa CHPyiyê ku çû Kulliyeyê de got, "Bi israr ev siyaseta derewan domandin. Di encamê de ew derew di destê wan de teqiya."

Çelik: "(Tirkiyeya ku Herekata Kaniya Aşitiyê li dar xist, nikare çaverêya alîkariya NATOyê be) kes nikare vê bêje bi taybet Fransa û serokê wê Macron"

Çelik: "Pirsa ku pêdivê ji Macron bê pirsîn 'Çi karê wê Li Maliyê heye yaxud li cihên curbicur ên Afrîqayê? Armanca wan operasyonên ku hûn bêyî biryara NYê li dar dixin çiye?"

Çelik: "(Mitabeqeta sînordarkirina qada desthiladariya deryayî ya di navbera Tirkiye û Libyayê de) Di mijara guncawiya wê ji bo hiqûqa navnetweyî gumaneke biçûk jî nîn e."

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Kanûn 2019, 10:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE