Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê digel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron axivî.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê di peywendiyê de mijarên weke geşepêdana têkiliyên Tirkiye-Fransayê û şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de hatin gotûbêjkirin.
Serokomar Erdogan di peywendiyê ji bo dubare hilbijartina wî weke Serokomar, Emmanuel Macron pîroz kir.
Erdogan anî ziman ku têkiliyên Tirkiye-Fransayê li ser asta parzemîna hevbeş Ewropayê xwedî roleke giring in.
Serokomar Erdogan di peywendiyê de anî ziman ku weke Tirkiyeyê di warê dawîlênanîna şerê li Ukraynayê bi rêya demokrasiyê, hewlên xwe didomînin.
AA