Serokomar Erdogan çû Qeterê

Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ku piştî vîrusa koronayê cara ewil e diçe dervayî welêt wê bi Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bîn Hamed Al Sanî ra hevdîtinê bike.

Serokomar Erdogan çû Qeterê

 Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo ziyareteke rojane çû Qeterê.

Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ku piştî vîrusa koronayê cara ewil e diçe dervayî welêt wê bi Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bîn Hamed Al Sanî ra hevdîtinê bike.

Balafira taybet "TUR" ya ku Erdogan û heyeta wî tê da bûn di saet 12.05an da ji Balafirgeha Esenbogayê rê ket.

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Wali Vasîp Şahîn û rayedarên din Erdogan bi rê kirin.

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Albayrak, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun, Berdevkê Serokomariyê Îbrahim Kalin û Serokê MÎTê Hakan Fîdan jî bi Erdogan ra çûn Qeterê.

Serokomar Erdogan û Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bîn Hamed Al Sanî wê hevdîtinê bikin. Di hevdîtinê da ewê li ser hevkariya herdu welatan biaxivin û ewê behsa mijarên herêmî û neteweyî jî bikin.

Piştî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) cara ewil e ku Erdogan diçe dervayî welêt.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE