Serokomar Erdogan û Macron bi têlefonê axivîn

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi têlefonê axivîn.

Serokomar Erdogan û Macron bi têlefonê axivîn

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi têlefonê axivîn.

Li gor agahiyên çavkaniyên Serokomariyê, Erdogan û Macron bi têlefonê axivîn û mijarên têkiliyên dualî, rojane û herêmî gotûbêj kirin.

Di axaftina bi têlefonê hat kirin da Macronê Serokomarê Fransayê ji Erdogan ra destnîşan kir ku îstiqrara aboriya Tirkiyeyê ji bona wan jî zehf girîng e.

Li gor agahiyan Erdogan û Macron li hev kirin ku di demeke nêzik da Wezîrê Xezîne û Darayiyê Albayrak bi hevtayê xwe yê Fransî ra bicive.

Hat destnîşankirin Erdogan û Macron diyar kirin ku têkiliyên aboriyê û ticarî yên di navbera Fransa-Tirkiyeyê da û dualî zêdekirina verberhênanê ji bona herdu dewletan zehf muhîm e.

Wek mayîn Erdogan û Macron di serî da Îdlib der barê rewşa dawîn ya li Sûriyeyê da axivîn.

AA 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE