Serokomarê Pakistanê li ser bangewaziya Serokwezîr Meclis fesih kir

Li Pakistanê Serokomar Arif Elwî li ser bangewaziya Serokwezîr Meclis fesih kir

Serokomarê Pakistanê li ser bangewaziya Serokwezîr Meclis fesih kir

 Hat ragihandin ku Serokwezîrê Pakistanê Arif Elwî piştî bangewaziya Serokwezîr Îmran Xan Meclis fesih kir.

Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî, Serokomar Elwî piştî bangewaziya Serokwezîr Xan, bi awayê fermî fesihkirina Meclisê ragihand.

Alîkarê Wezîrê Agahî Weşangeriyê yê Pakistanê Farûq Hebîb li ser Twitterê daxuyanî da û diyar kir ku hilbijartin wê di nava 90 rojî da were kirin.

Li dijî Xan reya pênebaweriyê hatibû dayîn, lê Alîkarê Serokê Meclisê Qasim Surî ji ber ku dijî benda 5emîn a Qanûna Bingehîn e, red kiribû.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE