Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Barzanî: Peymana Sîncarê heta niha neketiye rewacê

Barzanî:"Heta niha tu pêngavên ku berê li serê hatin axaftin nehatin avêtin. Hêzên navborî (PKK) hê jî li wir in. Koçberên navxweyî yên Êzdî li kampan dimînin"

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Barzanî: Peymana Sîncarê heta niha neketiye rewacê

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûs Barzanî diyar kir ku Peymana Sîncarê ya ku dawîlêanîna hebûna PKKya rêxistina terorê ya li Şengalê jî dihewîne hê neketiye meriyetê.

Barzanî piştî civîna Lijneya Wezîran li avahiya Serokwezîriyê ya li Hewlêrê daxuyanî da rojnamevanan û der barê Peymana Sîncarê, qeyrana budçeyê ya di navbera Hewlêr û Behxdayê da û geşedanên herêmî yên din da nirxandin kirin.

Barzanî li ser pirsa nûçegihanê AAyê ya der barê "Di Peymana Sîncarê ya ku di cotmeha 2020an da di navbera Hewlêr û Bexdayê hat îmzekirin da rewş çi ye" ev bersiv da:

"Peymana Sîncarê heta niha nekete meriyetê. Heta niha tu pêngavên ku berê li serê hatin axaftin nehatin avêtin. Hêzên navborî (PKK) hê jî li wir in. Koçberên navxweyî yên Êzdî li kampan dimînin. Mixabin ku ji ser peymanê ra gelek wext derbas bû lê hê jî peymanê nexistin meriyetê."

- "Vegera pêşmergeyan a li herêmên binîqaş"

Barzanî der barê êrîşên DEAŞa rêxistina terorê yên li herêmên di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û HKIyê da binîqaş in zêde bûne û vegera pêşmergeyan a li wan herêman da ev gotin:

"Me daxwaz kiribû ku ji bo dagirtina valahiya (ewlehiyê) ya li herêmên binîqaş bila artêşa Iraqê pêşmerge navendeke hevpar ava bike. Mixabin ku li wan herêman DEAŞ fealiyet dike. Berê niha çend operasyon hatin kirin lêbelê têrî nakin. Me daxwaza xwe ragihand Bexdayê lêbelê di vî warî da pêngavek nehat avêtin. Heke Bexda di vê mijarê da pêngaveke bi lez biavêje dê geşedanên gelekî girîng biqewimin."

- Pirsgirêka budçeyê ya di navbera Bexda û Hewlêrê da

Barzanî bal kişand ser pirsgirêka budçeyê ya di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê da ku ji sala 2014an vir va dewam dike û got: "Me ji Bexdayê xwest ku bila wek hemû gelên li Iraqê miletê Herêma Kurdistanê jî ji budçeya sala 2021î îstifade bike. Lazime budçe li gor rê û rêgezên Qanûna Bingehîn awayek zelal be."

Di axaftina xwe da Barzanî destnîşan kir ku pirsgirêka di navbera Bexda û Hewlêrê da bi tenê meseleya budçeyê nîne lewra herêmên biniqaş ên ji hêla makezagonê va jî pirsgirêk tên hesibandin û ji ber nesepandina xala 140emîn a ew pirsgirêk dewam dike.

Barzanî got ku Herêma Kurdistanê li gor butçeya sala 2020î ya hikûmeta navendî ya Iraqê ra hatibû kirin tevdigere û wiha domand: "Hemû dahatên xwe teslîmî Bexdayê kirinê tiştekî qanûnî nîne. Lewra di Makezagonê da mafên Herêma Kurdistanê bi eşkere hatine diyarkirin. Em destûrê nadin ku mafên Herêma Kurdistanê bên binpêkirin."

- Îdiaya Îranê daxilî nav rageşiya di navbera Hewlêr û Bexayê da bûye

Ji bo îdiayên ku Îranê bi armanca çareserkirina pirsgirêka di navbera Hewlêr û Bexayê bûye da daxil bûye jî Barzanî got: "Ev mijar Iraqê eleqedar dike. Di mijara gihandina fikr û ramanan da parvekirin ji alî Neteweyên Yekbûyî û yan jî aliyek din bê ev girîng e. Ez dîsa jî dixwaqzim balê bikşînim ser vê yekê ku ev mijar mijareke Iraqê eleqedar dike."

- Rojnamegerên Girtî

Der barê pirseke ji bo rojnamegerên li Herêma Kurdistanê girtî ne da jî Barzanî got: "Ez dixwazim hûn bi vê yekê baş bizanibin kesên girtî ne rojnameger û ne jî aktîvîst in. Ew yan sîxûrên welatên din in û yan jî ew provakatorên ku dixwestin avahiyên hikûmetê biteqînin. Ev kesên hanê di bin navê rojnamegeriyê da li pey karên din bûn û kar û xebat dikirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE