Serokwezîrê HKIyê Barzanî êrîşa dijî Kazimiyê Serokwezîrê Iraqê şermezar kir

Serokwezîrê HKIyê Barzanî êrîşa dijî Kazimiyê Serokwezîrê Iraqê şermezar kir

Serokwezîrê HKIyê Barzanî êrîşa dijî Kazimiyê Serokwezîrê Iraqê şermezar kir

Serokowezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî diyar kir ku ew êrîşa dijî Mistefa el-Kazimiyê Serokwezîrê Iraqê bi tundî şermezar dike.

Barzanî der barê bûyerê da li ser hesabê xwe yê Twittterê daxuyanî da.

Barzanî daxuyand, ew êrîşa ku li dijî avahiya Kazimî bi wesayîta esmanî ya bêmirov û çekdar hat kirin, bi tundî şermezar dike û wiha dewam kir, "Em ligel wî ne û em ji bo welêt hewildanên demokrasî, payebilindiya hiqûqê û hewildanên pêşxistina îstiqrarê cardin piştrast dikin."

Li gor daxuyaniya ku ji Tora Medyayê ya Ewlehiyê ya girêdayî hikûmeta Iraqê hatibû dayîn, mala Kazimî a li Herêma Kesk a Bexdayê bi SÎHAyê va rastî êrîşê hat û Serokwezîr sax jê filitî.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE