Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî li Ankarayê ye

Serok Erdogan bi merasima fermî pêşwazî li Kazimî kir

Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî li Ankarayê ye

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi merasima fermî pêşwazî li Mistefa el-Kazimiyê Serokwezîrê Iraqê kir.

Siwariyên ku kolana li ber derê Kuliyeya Serokkomariyê wesayîta meqamê ya ku Serokwezîrê mêvan Kazimî tê da bû pêşwazî kirin û heta ber deriyê protokolê pê ra hatin.

Serok Erdogan li deriyê mezin a Kuliyeya Serokkomariyê pêşwaziya Kazimî kir.

Piştî ku Erdogan û Kazimî çûne cihê xwe yê li qada merasimê ligel 21 topên ku hatin avêtin sirûdên neteweyî yên herdu welatan hat lêxistin.

Kazimî bi Tirkî ji Qiteya Merasimê ya Lîwaya Mihafizan ra "Merheba esker" û silav da wan. Di merasimê da ji bo temsîla 16 dewletên Tirkan ên di dîrokê da hatin avakirin ala û eskeran jî cî girt.

Piştî teqdîma heyetên herdu welatan Erdogan û Kazimî li ser merdîvenan li ber alayên Tirkiye û Iraqê poz dan rojnamevanan.

Erdogan û Kazimî piştî hevdîtinên rû bi rû û nav heyetan da dê beşdarî merasima îmzekirinê ya hin peymanan bibin û civîna çapemeniyê ya hevpar li dar bixin. Erdogan dê li Kuliyeya Serokkomariyê ji bo xatirê Kazimî şîvê bide.

Di merasimê da Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatîh Donmez, Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemirlî, Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê Fahrettîn Altun û Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin û Waliyê Ankarayê Vasîp Şahîn jî cî girt.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE