Serokwezîrê Lîbyayê es-Serac: "Bilez revîzyona kabîneyê dê were kirin"

Serac di daxuyaniya xwe ya ku da têlevîzyona fermî da wiha got, "Ji bo damezirandina hikûmeta krîzê dibe ku pêwîst bike, ez rewşa awarte ragihînim. Bilez revîzyoneke kabîneyê ya dûrî sepanên kotayê û dilxweşkirinê dê were kirin."

Serokwezîrê Lîbyayê es-Serac: "Bilez revîzyona kabîneyê dê were kirin"

Serokwezîrê Lîbyayê Fayîz es-Serac ragihand, ew plan dike ku bilez guhertinên kabîne yên dûrî sepanên kotayê û dilxweşkirinê bike.

Serac di daxuyaniya xwe ya ku da têlevîzyona fermî da wiha got, "Ji bo damezirandina hikûmeta krîzê dibe ku pêwîst bike, ez rewşa awarte ragihînim. Bilez revîzyoneke kabîneyê ya dûrî sepanên kotayê û dilxweşkirinê dê were kirin."

Serac bal kişand ku ew ê destûrê nede ku meşrûiyet ji holê rabe û Lîbya bikeve tuneleke tarî û wiha got, "Wekî otorîteya meşrû em berpirsiyariya xwe qebûl dikin, lêbelê me li ser hemû axa welêt kontrol pêk neanî."

Serac banga xwe dubare kir ku hilbijartinên giştî û hilbijartina Konseya Serokatiyê di meha adara bê da bên kirin û wiha got, "Takerêya siyasî ya xilaskirina welat, nûkirina rêveberiyê ya bi rêya hilbijartinan e."

- Li Lîbyayê biryara agirbestê

Serokwezîr Serac û Akîle Salihê Serokê Meclisa Nûneran a Tobrûkê yê alîgirê siyasî yê Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê welêt, roja înê (21ê tebaxê) ragihandibûn ku wan biryara agirbestê wergirt.

Di çarçoveya biryara agirbestê da tê plankirin ku Sîrte û Cûfra bibin herêmên ji çekan safîkirî, li welêt hilberîn û îxrackirin neftê jinûva were destpêkirin, eskerên biyanî û yên peretî ji welêt derkevin û her wiha hilbijartinên giştî û hilbijartina Konseya Serokatiyê di meha adara bê da bên kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE