Li gor baweriya Îslamê Hezretê Muhammed li ser deweta Xwedê bi rêberiya Cebraîl Aleyhîsselam di 27ê Receba 621ê hîcrî da ji Mescida Heramê çûye Mescida Eqsayê, ji wir jî derketiya semayê û çûye alemên din û hizûra îlahî. Ev yek weke Qendîla Mîracê tê qebûlkirin û ev qendîl wê îşev were îdraqkirin.
Qendîla Mîracê dikeve şeva 27em a meha Recebê ku meha ewil a "sê mehan" e.
Midûriya Giştî ya Xizmetên Dîn a Serokatiya Kar û Barên Diyanetê wê ji bo Qendîla Mîracê bernameyan li dar bixe.
Di vê çarçoveyê da li Mizgeft û Kuliyeya Bîlal Saygili bernameya "Qendîla Mîracê Taybet" wê were lidarxistin û bername wê TRT 1 û Diyanet TVyê da wê were weşandin.
Di sureyên Îsra û Necmê yên Qur'ana Pîroz da qala mucîzeya Mîracê tê kirin.
AA