''Şeva 15ê Tîrmehê tenê kesek ket ber parastina FETOyê û ew jî Kiliçdaroglu ye''

Serok Erdogan: Şeva 15ê Tîrmehê tenê kesek ket ber eleqa, hîma ye û parastina FETOyê û ew jî Kemal Kiliçdaroglu ye.

''Şeva 15ê Tîrmehê tenê kesek ket ber parastina FETOyê û ew jî Kiliçdaroglu ye''

Serok Recep Tayyîp Erdogan di Komcivîna TBMMyê ya AK Partiyê da axivî.

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ji sala 2010an pê va tevdîrên dijî FETOyê hildane.

"Li vî welatî tenê şexsê min û AK Partiyê FETOyê wek rêxistina terorê îlan kir û li hemberê wê têdikoşe.

Di dema Serokwezîriya min da di civînên YAŞê da dosyeyeke FETOyê jî nehatiye ber min. Dosyeyên dihatin der heqê kesên dîndar da bûn.

Em ê meydanê ji kesên ku ji demokrasiyê îstifade dikin û dixwazin bi derew û buxtanan xelkê jehrî bikin ra nehêlin.

Kesên gotinên demokrasî, mafên mirovan, hiqûq û edaletê ji bona şerê dijî FETOyê badilhewa bikin û talûkeya FETOyê kêm bikin diemilînin ji bona vî gelî çiqas nebe bi qasî hişmendiya FETOyê talûke ne.

Derbeya bikontrol...', rast e, kontrol di destê we da bû, lê hûn bi ser neketin."

 "Sedema hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê ku FETOyê xebata xwe ya 40 salan kir rîskê û da destpêkirin biryardariya me nîne? Li her derê û di her rewşa ku me wan tesbîtkirin em bi ser wan da çûn û me pergala wan xera kir."

"Bûyerên Geziyê mîna derbeyên eskerî, muxtira, êrîşên terorê û hewlên derbeyê yên FETOyê yên di 17-25ê Kanûnê û 15ê Tîrmehê da êrîşên bêbext in ku dijî gel û dewletê hatine kirin."

 "Hemû kesên ku dixwazin têkoşîna ku tê dayîn da ku daraz ji bin nîrê FETO derkeve, bêqîmet nîşan bidin û di ser da hewil didin ku vê yekê berevajî nîşan bidin, hukmen FETOyî ne."

"Ew kesê ku bûyerên Geziyê wekî tevgereke mesûm a jîngehê pênase dike, yan xafil e yan jî mexsûs dijminê vî welat û miletî ye."

"Li hemberî hemû biryarên hiqûqê rêza me heye, lê li ber çavê me û gelê me hikma Geziyê û yên ji bo vê hewil dan wê tu carê neguhere."

"Tu rayeyeke Yekîtiya Ewropayê tune ku der barê Libyayê da biryarekê bide."

"Ji bona Tirkiyeyê maliyeta bûyerên Geziyê rasterast 1,4 milyar dolar e, lê maliyeta nerasterast gihîştiye bi sedan milyar dolarî."

"Çi dibe bira bibe em biryardar in ku Îdlibê hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo gelê herêmê vegerînin halekî ewledar."

"Heke ji hevdîtinên ku civaka navneteweyî jî beşdar bû peymaneke adil dernekeve holê, jixwe rêvebiriya meşrû ya Trablusê ji maseyê vekişiya ku ev jî biryareke erênî û mafdar e. Lewra plan cuda ne. Ber bi aliyekî cuda va diçe. Emê piştgiriyê bidin ku rêvebiriya Trablûsê ya meşrû li giştiyê welêt desthilat bibe."

AA

Dîroka nûkirinê: 19 Çile 2020, 15:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE