Şewata daristana li Datçayê hat vemirandin

Şewata daristana li Datçayê hat vemirandin

Wezîrê Çandinî û Daristanê Vahît Kîrîşçî diyar kir ku şewata daristanê ya li Datçaya navçeya Muglayê hat vemirandin û xebatên sarkirina daristanê dest pê kirin.

Wezîr Kîrîşçî li Şeftiya Karên Daristanê ya Datçayê daxuyanî da rojnamegeran ragihand ku xebatên vemirandina daristanê ku bi koordînasyona AFAD û bi piştevaniya Midûriya Karên Daristan, saziyên kamu û yên sivîl dewam dikiri, bi serkeftî temam bûn.

Kîrîşçî bo serkeftina ekîban ew pîroz kirin û wiha axivî, "Şewat hat vemirandin. Xebatên sarkirinê hatin dest pê kirin û dewam dikin. Daristana 300 hektarî û ereziyeke 400 hektarî zirar dîtin."

Kîrîşçî diyar kir ku 450 mal û 3 hezar û 520 welatî di çarçoveya tedbîran da ji herêmê hatin tehliyekirin, herwiha 4 jê xisarek mezin bi tevahî 10 xanî zirar dît.

Wezîr Kîrîşçî wiha dewam kir:

"Şikir tu welatiyek me nemir. Herwiha canên me yên din jî bi heman hesesiyetê hatin parastin. Dewar, pez, kewarên mêşan wextê xebatên vemirandinê ji herêmê hatin tehliyekirin. Ji hin welatiyên me yên ji ber şewatê aciz bûn jê 13 kes hatin tabûrcîkirin û tedawiya 7 kesan jî dewam dike. Xebatkarekî me yê şaredariyê jî di bûyerê de şewitî lê şikir rewşa wî baş e û tedawiya wî dewam dike."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE