"Şewata li daristanên Marmarîsê bi rêjeyeke mezin ket bin kontrolê"

Serok Erdogan ragihand şewata ku li Fethiye, Koycegiz û Seydikemerê derketibû bi rêjeyeke mezin ket bin kontrolê.

"Şewata li daristanên Marmarîsê bi rêjeyeke mezin ket bin kontrolê"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ragihand şewata ku li Fethiye, Koycegiz û Seydikemerê derketibû bi rêjeyeke mezin ket bin  kontrolê.

Erdogan li navenda kordînasyona şewatê ya li dehma Degirmenmeydaniya Marmarîsê daxuyanî dan.

Serokomar Erdogan anî ziman ku şewata ku li Fethiye, Koycegiz û Seydikemerê derketibû bi rêjeyeke mezin ket bin kontrolê û got, "Beriya her tîştî, ji bo ku ji welatiyan ti kes nemiriye û wenda nebûye em kêfxweş in. Înşelleh emê bi xebata çandina daran kêmasiyên li vê herêmê bi lezgînî ji holê rakin."

Erdogan ji bo wî kesê tê îdiakirin agir berdaye daristanê got, "Ez dibêjim serî digihije kuderê, ber bi îdamê, divê îdam be. Ev mijareke bi nîqaş e, divê em li ser bisekinin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE