''Şewbê dest pê kiriye nekiriye em bihayên sektora vejenê di asta herî kêm digrin''

''Şewbê dest pê kiriye nekiriye em bihayên sektora vejenê di asta herî kêm digrin''

Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Em ê di 2023yan da careke din eleqeya gelê xwe hildin û li Meclis û Serokomariyê careke din wezîfeyê hildin."

Erdogan li Navenda Giştî ya AK Partiyê di Civîna Serokên Bajaran ya Berfirehkirî ya AK Partiyê da axivî.

Serok Erdogan diyar kir di vê dema ku li çar aliyê dinyayê bihayên vejenê ji du qatî derketiye pênc qatî da ji bona parastina welatiyên xwe her fedekariyê dikin û wiha got, "Şewbê dest pê kiriye nekiriye em bihayên sektora vejenê yên di kontrola kamuyê da, gava hewce dike bi alîkariyê di asta herî kêm digrin, em ê hê jî kêm bigirin."

Erdogan ji bona daxuyaniyên Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê yên der barê destûra bingehîn da got him ji bona CHPyê û him jî ji bona siyaseta welêt rewşeke xeternak heye ku divê demildest midaxele bê kirin.

Serok Erdogan destnîşan kir wê di 2023yan da careke din eleqeya gelê xwe hildin û li Meclis û Serokariyê careke din wezîfeyê hildin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE