''Şewba vîrusa koronayê li hemû welêt dîsa zêde dibe''

''Şewba vîrusa koronayê li hemû welêt dîsa zêde dibe''

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca destnîşan kir ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li hemû welêt dîsa zêde dibe.

Kocayê çû serdana Yakup Canbolatê Waliyê Bursayê piştî serdanê daxuyanî da rojnamevanan.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca got ku şewba vîrusa koronayê li hemû welêt dîsa zêde dibe.

Fahrettîn Koca diyar kir Bursa ji destpêka şewbê heya niha di rojên herî krîtîk da ye û got ku li gor rewşa di navîna meha Îlonê da hejmara nexweşên rojê tên tesbîtkirin qederê 3 qatî zêde bûye.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca destnîşan kir wê civîna Lijneya Zanistê jî li İstanbulê çêkin û wiha axivî: "Ji destpêka dawiya hefteyê da ez ê 5 rojan li İstanbulê bi hevalên xwe yên xebatê ra bim. Ez dixwazim bi Waliyê İstanbulê , Şaredarê Bajarê Mezin û Midûrê Ewlehiya İstanbulê ra biaxivim. Em ê civîna Lijneya Zanistê jî li İstanbulê çêkin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE