Sewqî dîsiplînê bûn

Öztürk Yilmaz û Gürsel Erol dibe ku ji CHP’ê bên îxrackirin

Sewqî dîsiplînê bûn

Parlamenterê Ardahanê Oztürk Yilmaz bi daxuyaniyên xwe bû sedema rageşiyan. Rêvebiriya chp’ê jî ew sewqî disîplînê kir. gotinên yilmaz ên derbarê azana bi tirkî de hatibûn rexnekirin. Parlamenterê Elezîzê Gürsel Erol jî ji ber ku xwestibû kemal kiliçdaroğlu û revebiriya partiyê îstifa bikin, sewqî disîplînê hat kirin.

Lijneya Revebiriya Koma CHP’ê bi awayekî derasayî civiya.

Di civînê de Parlamneterê Elezîzê Gürsel Erol û parlamenterê Erdexanê Öztürk Yilmaz ji bo ku bên îxrackirin, sewqî lijneya disîplînê bûn.

Ji ber ku li gorî Rêznameya CHP’ê û rêziknameya komê tevnegeriyan, ew bi yekdengî sewqî disîplînê hatin kirin.

Yilmaz û Erol ji revebiriya partiyê destûr nestendibûn û daxuyanî dabûn.

Ji ber vê yekê jî hatibûn rexnekirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE