Sewqa ewil aşiya TURKOVACê bi rê ket

Sewqa ewil aşiya TURKOVACê bi rê ket

TURKOVACa aşiya Kovîd-19ê ya xwemalî ku seba bikaranîna acil hat pesendkirin, sewqa wê ya ewil hat kirin.

Duh bi beşdariya Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca va li Herêma Sanayiya Organîze ya Şanliurfayê di tesîsa hilberînê ya TURKOVACê da hilberîna aşiyan dest pê kir û li Tirkiyeyê tên belakirin. Serok Recep Tayyîp Erdogan wek online beşdarî bernameyê bû.

Ji bo şandina 150 hezar doz aşiyên ewil li tesîsê merasim hat lidarxistin.

Aşî di nav paletan da li kamyona ku taybetî hatiye sêwirandin, hat barkirin. Hat gotin ku aşî wê herin Enqereyê û li paytextê têxin depoyên Navendên Tenduristiya Gel.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE