"Îslam mifyeta ji derketina qeyrana aboriyê ye"

Serok Erdogan: "Îslam mifyeta ji derketina qeyrana aboriyê ye."

"Îslam mifyeta ji derketina qeyrana aboriyê ye"

Serok Recep Tayyîp Erdogan Erdogan bi rêya telekonferansê beşdarî 12emîn Konferansa Aboriya Îslamê û Fînansê ya Navneteweyî (IIEFC) bû

Erdogan Spasiya kesên ku vê konferansê li dar xistine kir û der barê rojevê da axivî.

Serok Erdogan behsa şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) û tesîrên wê kir û wiha axivî: "Her çiqas ev şewb di serî da der barê tenduristiyê da be jî, bi encamên xwe va hema bibêje tesîrê li ser her qadê dike. Wek Tirkiye hemd ji Xwedê ra em di nav wan welatên ku vê heyama şewbê bi zirareke kem va derbas kirin da ne."

- "Me tu welatiyekî xwe bêxwedî nehîşt"

Erdogan got di vê pêvajoya şewbê da wan alîkariya her kesî kiriye û wiha dewam kir: "Rewşa wî ya aboriyê çi dibe bila bibe, me tu welatiyekî xwe bêxwedî nehîşt. Ji bilî ku me hewcedariyên welatiyên xwe temîn kir, me alîkariya tenduristiyê da 125 welatan jî."

- "Xizmeta tenduristiyê ya herî kêm jî pêk neanîn"

Serok Erdogan got di vê şewbê da welatên aboriya wan baş in jî tengasî kişandin û wiha axivî: "Di vê pêvajoyê da bi awayekî tahl derketiye holê ku bi tenê dewlemendiya madî têrê nake ku edaleta civakî û wekhevî pêk were. Me dît ku di vê pêvajoyê da welatiyên di warê aboriyê da pêşketî di dabînkirina pêwîstiya maskeyê ya bo welatiyên xwe da jî zehmetî kişandin, xizmeta tenduristiyê ya herî kêm jî pêk neanîn."

Ji bo rewşa Tirkiyeyê ya aboriyê da Erdogan got ew pêşva diçe û wiha axivî: "Reqamên mezinbûnê yên çaryeka ewil a 2020an bi 4,5an va nîşan daye ku Tirkiye ne tenê di warê tenduristiyê da herwiha di warê aboriyê da jî ji welatên din pozîtîf cuda bûye."

- "Îslam mifyeta ji derketina qeyrana aboriyê ye."

Erdogan behsa saziyên notê didin krediyan ên navneteweyî jî kir û wiha got: "Fînansbûna zêde, modeleke aboriyê ya obez derxistiye holê ku bala xwe nade maliyetên civakî û însanî, lê bi tenê bi fikara rantê va tevdigere. Em texmîna saziyên piledayîna krediyê yên ku êdî jê bawerî çênabe û ne objektîf in qebûl nakin.Ji bo fînansmana veberhênanên mezin ên binesaziyê yên demdirêj, divê emilandina berhemên wekî sukûkê were berfirehkirin."

Serok Erdogan anî ziman ew dixwazin Stenbolê bikin navenda fînansê û wiha pê da çû: "Armanca me ew e ku em Stenbola xwe ya ku di xaçerêya parzemîn û çandan da cih digire bikin navenda fînans û aboriya Îslamî."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE