"Îslamofobî wekî webayê ji alî welatên Rojavayê belav dibe û mirovan jehrî dike"

"Îslamofobî wekî webayê ji alî welatên Rojavayê belav dibe û mirovan jehrî dike"

Serok Recep Tayyîp Erdogan got: "Îslamofobî wekî şewba webayê ku tewdîr li pêşiyê nehat hildan ji welatên Rojava belav bû û mirovên li kuçeyan bigir heta siyasetmedar, karmend û hemû hêlên civakê jehrî dike."

2yemîn Foruma Navneteweyî ya Medya û Îslamofobiyê ku Zanîngeha Zanistê ya Enqereyê, Zanîngeha Erciyesê, Serokatiya Karên Diyanetê û Lijneya Jor a Radyo û Têlevizyonê organîze kirin û Wezareta Çand û Tûrîzmê û Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê jî piştgirî dan li ATO Congresîûmê hat kirin.

Serok Erdogan jî peyam şand forumê û ji kes û saziyên ev yek organîze kirin, beşdar bûn û xwestin bi naveroka bernameyê hin tiştan raxin meydanê ra spas kir.

Serok Erdogan bi bîr xist ku sala par digel şert û mercên şewbê heman bername awayek serfiraz hat kirin û wiha domand:"Îslamofobî wekî şewba webayê ku tewdîr li pêşiyê nehat hildan ji welatên Rojava belav bû û mirovên li kuçeyan bigir heta siyasetmedar, karmend û hemû hêlên civakê jehrî dike."

Erdogan destnîşan kir ku saziyên çapemeniyê yên bêberpirsyarî tevdigerin dibin sedema zêdebûna rik kutanê û wiha pê da çû: "Ew tevger tevlî Misilmanan li hemberî bi milyonan kesên ziman, bawerî, esl û çanda wan cihê ne jî tesîreke neyînî dihêle. Ew niqaşên mirov jê fedî dike ku ji ber qeyrana Ukraynayê niha di rojevê da ne dijminahiya li hemberî Îslamê û talûkeya asta ku nijadperestî gihîştiyê nîşan dide."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE