''Sînorên Avrupayê ji sînorên başûr û rojhilat yên Türkiyeyê dest pê dike''

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu: "Sînorên Avrupayê ji sînorê Türkiye-Yunanistanê dest pê nake. Sînorên Avrupayê ji sînorên başûr û rojhilat yên Türkiyeyê dest pê dike."

''Sînorên Avrupayê ji sînorên başûr û rojhilat yên Türkiyeyê dest pê dike''

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu: "Sînorên Avrupayê ji sînorê Türkiye-Yunanistanê dest pê nake. Sînorên Avrupayê ji sînorên başûr û rojhilat yên Tirkiyeyê dest pê dike."

"(YE) Ji hêla diyalogê va em derbasî fazeke nû bûne, lê ji bona ev têkilî rasteqîn bimeşin divê gav bên avêtin."

 "Him (Koça ji Îdlibê) hûn dibêjin bira kes neyê û him jî ji bona însan li vir bijîn tu destekê (Ji Avrupayê) nadin."

"Şertên îro ji pêwîstiyên koçberên di 2016an da cuda ne. Li gor şert û mercên niha em dikarin çi bikin, em ê (bi YEyê ra) biaxivin."

 "(Penaber) Me çawa derî vekir divê dewletên din jî li gor hiqûqa navneteweyî tevbigerin."

 "(Li Îdlibê) Ji bona ev agirbest mayînde be em xebatên xwe didomînin."

"Rejim (digel agirbesta li Îdlibê) heger pêşva here heta niha eskerên me çi kiribin em ê heman tiştî bikin."

 "(Dîmenên civîna li Rûsyayê) Tiştê ku medyaya Rûsyayê kir bêsiyanetî ye. Rast nîne ku medyaya Rûsyayê ev wekî magazînê kir."

 "(Medyaya Rûsyayê) Di dubendiyeke biçûk da dest bi propagandaya qirêjkirinê dikin. Wexta têkilî baş dibin jî her tiştî ji bîr dikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Adar 2020, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE