Soylu: Heya niha me bûyereke wisa nedîtiye

Soylu: Qebûl bûye, lê ji bo destpêkê em li benda mutabakatê ne

Soylu: Heya niha me bûyereke wisa nedîtiye

Wezîrê Karên Naxweyî Süleyman Soylu derbarê bûyera Cemal Kaşikçi de axivî û got, lêpirsîn dewam dike û edaleta tirkiyê bi aqilekî selîm çi ji destê wê tê dike.Soylu got, ji bo lêgerîna mala konsolos jî qebûl heye, lê ji bo destpêkê em li benda mutabakata Erebîstana Siûdî ne.

Wezîrê Karên Naxweyî Süleyman Soylu: Em dikarin bêjin ew bûyer bûyereke 2’yê cotmehê ye û heta niha me hedîseyeke wisa nedîtiye. Dema bûyer hat bihîstin hêj di serî de tirkiyê du tiştên baş kir, ya ewil li gorî hiqûqê tevgeriya ya duduyan jî bi aqilê selîm. Ev yek jî li gorî rêzikên navneteweyî kir. Yanî li gorî peymanên navdewletî hereket kir û di wextê xwe de, gavên berbiçav û zelal avêtin. Ji bo lêgerîna mala konsolos jî qebûl heye, lê ji bo destpêkê em li benda mutabakata erebîstana siûdî ne. Dema bêje erê em ê li vê derê jî ji bo lêpirsînê gavên hewce biavêjin.

Dîroka nûkirinê: 17 Cotmeh 2018, 12:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE