Soylu û Kîrîşcî der heqê şewata daristanê ya Marmarîsê da Serok Erdogan agahdar kir

Soylu û Kîrîşcî der heqê şewata daristanê ya Marmarîsê da Serok Erdogan agahdar kir

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Çandinî û Daristanê Vahît Kîrîşcî û rayedarên din der heqê şewata daristanê ya ku li Marmarîsê dewam dike da agahî hilda.

Serokomar Erdogan li Balafirgeha Dalamanê bi Wezîrê Karên Navxweyî Soylu û Wezîrê Çandinî û Daristanê Kîrîşcî ra hevdîtin kir.

Erdogan bi ekîbên ku bi şewatê ra têkoşînê didin ra jî hevdîtin kir û der heqê rewşa dawîn a şewata daristanê ya ku li Marmarîsê dewam dike da ji Soylu û Kîrîşcî agahî hilda.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE