Wezareta Karên Navxweyî îstisnayên qedexeya derketina derva ya ciwanên 18-20 salî wek giştînameyeke pêvekê ji walîtiyan ra şand. Xebatkarên qamûyê, yên ku belgeya wan a xebata di sektora taybet da hene û herwiha xebatkarên çandiniyê yên demsalî yên navbera 18-20 salî dê li dervayî qedexeya derketina derva bên girtin.
Di giştînameyê de cardin hat bibîrxistin ku wezaretên eleqedar, walîtî, sazî û dezgehên kamuyê di çarçoveya pêşîlêgirtina şewbê (Kovid-19) de gelek tevdîr dîne.
Herî dawî li ser telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û bi pêşniyaza Lijneya Wezareta Tenduristî û Zanistê giştînameyeke nû di 3yê Nîsanê da ji walîtiyan ra hat şandin. Di giştînameyê da hat desnîşankirin ku “tedbîrên ketin-derketina bajaran” wê bê sînorkirin.
Li gor sepana nû divê kesên piştî 1ê rêbendana 2000î jidayikbûne dernekevin derva.
Wezareta Karên Navxweyî îstisnayên qedexeya derketina derva ya ciwanên 18-20 salî wek giştînameyeke pêvekê ji walîtiyan ra şand.
Di giştînemayê de ev agahî hene: “Xebatkarên qamûyê, yên ku belgeya wan a xebata di sektora taybet da hene û herwiha xebatkarên çandiniyê yên demsalî yên navbera 18-20 salî dê li dervayî qedexeya derketina derva bên girtin.”
AA