Serokomar Recep Tayyîp Erdogan telîmat da Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya ku Mizgefta Mezin a Ayasofyayê 24 saetan vekirî bimîne.
Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya telîmata Serokomar Erdogan ji ser hesabê Twîtterê ragihand. Walî Yerlîkaya di parvekirina xwe da got ku:
"Serokomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan telîmat da ku Mizgefta Mezin a Ayasofyayê ji îro pê va 24 saet ji îbadetê ra vekirî bimîne. Mizgefta Mezin a Ayasofyayê dê êdî 24 saetan herdem vekirî be. Em spasiya Birê Serokomarê me dikin."
AA