Tatar: Em ê li çavkaniyên siruştî yên dora girava Qibrîsê xwedî derkevin

"Em bi biryar in ku bi Tirkiyeyê va wek xwediyê heq ê wekhev li çavkaniyên siruştî yên dora girava Qibrîsê xwedî derkevin."

Tatar: Em ê li çavkaniyên siruştî yên dora girava Qibrîsê xwedî derkevin

Serokomarê Komara Tirkan a Qibrîsa Bakur (KKTC) Ersîn Tatar got: "Yên bi Hereketa Aştiyê va zimandirêjiya Makewelat Tirkiyeyê dikin, hewl didin dîrokê berevajî bikin."

Tatar di merasima "Cejna Aştî û Azadiyê ya 20ê Tîrmehê" ya ji ber 47emîn salvegera Hereketa Aştiyê ya Qibrîsê li Kolana Dr. Fazil Kuçuk hat lidarxistin da axivî.

Serokomar Tatar got bi saya Hereketa Aştiyê ya 20ê Tîrmeha 1974an gelê Qibrîsê gihîştiye serxwebûn û azadiya xwe û ew bi coş û kelecan salvegera wê ya 47emîn pîroz dikin.

Tatar anî ziman him Cejna Aştî û Azadiyê ya 20ê Tîrmehê û him jî Cejna Qurbanê îsal bi hev ra tê pîroz kirin ku bi vê wesîleyê ew cejna gelê Qibrîsê, gelê Tirkiyeyê û hemû alema îslamê pîroz dike.

- "Heke Hereketa Aştiyê ya Qibrîsê nebûya felaketa Gîrîtê ya duyemîn wê çêbûbûya"

Tatar got di 20ê Tîrmeha 1974an da Mehmetcîkan gavên xwe avêtin qeraxên Gîrneyê ew kelecan û kêfxweşî wê tu carê neyê jibîrkirin û wiha axivî: "Heke Hereketa Aştiyê ya Qibrîsê nebûya felaketa Gîrîtê ya duyemîn wê çêbûbûya, Qibrîsa ku li herêmê cihê herî stratejîk e wê biketa destê Yewnanistanê û qeraxên başûr ên Tirkiyeyê wê bihata dorpêçkirin. Lê bi saya Hereketa Aştiyê rêvebiriya cuntayê hilweşiya, gelê Yewnan gihîşt demokrasî û azadiyê, Rûmên dijî derbeyê ne ji qetlîamê xelas bûn, him ji bo Tirkên li Girava Qibrîsê dijîn û him jî ji bo Rûman rewşa aştî û îstiqrarê hat avakirin."

Tatar got ji 1974an vir va tu xwîn nerijiyaye, aştî pêk hatiye û wiha dewam kir: "Yên bi Hereketa Aştiyê va zimandirêjiya Makewelat Tirkiyeyê dikin, hewl didin dîrokê berevajî bikin. Hêzên derva û hin alî dixwazin Tirkiyeyê wek "dagirker" nîşan bidin. Lê li Qibrîsê ya bi rastî dagirker e Yewnanîstan e, lewra rêxistina terorê EOKAyê bi rê va bir, Plana Akrîtas amade kir, derbeya faşîst kir û hewl dide Komara Tirkiyeyê bike dewleta Rûman."

- Biryara vekirina herêma Meraşa Girtî

Der barê biryara vekirina herêma Meraşa Girtî da jî Tatar wiha axivî: "Vekirina Meraşa Girtî wê li gor Komîsyona Mal a Nayê Barkirin, heqên milkiyetê û hiqûqê bê kirin. Di vê çarçoveyê da lijneya me ya wezîran biryar da ku herêma eskerî ya ku teqabilê ji sedî 3,5ê Meraşa Girtî dike bê betalkirin û gavên duyem bên avêtin. Bi saya vê kesên xwedî heq dema serî lê bidin Komîsyona Mal a Nayê Barkirin wê biryara xwe bide."

Tatar anî ziman ew ê xwedî li çavkaniyên siruştî derkevin û wiha axivî: "Em bi biryar in ku bi Tirkiyeyê va wek xwediyê heq ê wekhev li çavkaniyên siruştî yên dora girava Qibrîsê xwedî derkevin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE