"Taybetmendiya hevpar a PKK û Netanyahu ew e ku herdu jî kujerên dergûşan in"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: " Netanyahu di demên dawîn da aciz e, lewra fêm kir ew nikare Sûriyeyê perçe bike."

"Taybetmendiya hevpar a PKK û Netanyahu ew e ku herdu jî kujerên dergûşan in"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê daxuyaniyên Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu da got: "Netanyahu di demên dawîn da aciz e, lewra fêm kir ku ew nikare Sûriyeyê perçe bike. Taybetmendiya hevpar a PKK û Netanyahu ew e ku herdu jî kujerên dergûşan in."

Çavuşoglu di çarçoveya ziyareta xwe ya li Tunisê da bi hemtayê xwe yê Tunisî Hamîs el-Cîhînavî ra hevdîtin pêk anî û paşê civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist.

Wezîr Çavuşoglu li ser pirseke der barê daxuyaniyên Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu yên ji bo Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da wiha got: "Netanyahu di demên dawîn da pir aciz e, lewra fêm kir ku ew nikare Sûriyeyê perçe bike. Netanyahu di demên dawîn da sempatiyeke xurt nîşanî PKKya rêxistina terorê dide. Lewra dixwestin bi destê PKK/YPGyê Sûriyeyê perçe bikin. Ji ber ku ev plana wan têk çû bêaram bû. Heke hûn bala xwe bidinê navê birayên me yên Kurd bi kar tîne û buxtanan li Serokomarê me dike. Hedê xwe nizane."

- "Taybetmendiya hevpar a PKK û Netanyahu ew e ku herdu jî kujerên dergûşan in"

Çavuşoglu got Îsraîl hewl dide bi PKKyê ra Iraq jî di nav da herêman perçe bike, Tirkiye jî vê dibîne û wiha dewam kir: "Lê taybetmendiyeke hevpar a PKK û Netanyahu jî heye. Taybetmendiya herî mezin ew e ku herdu jî kujerên dergûşan in."

AA

Dîroka nûkirinê: 24 Kanûn 2018, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE