Bi pêşniyaza Serokê TBMMê Mustafa Şentop bi îmzaya hevbeş a komên partiyên TBMMê yên AK Partî, CHP, HDP, MHP û ÎYÎ Partiyê êrîşên Îsraîlê yên li dijî Mizgefta Eqsayê şermezar kir.
Di danezanê deya ku Serokê TBMMê Şentop îmzaya yekem avêtiyê de hat destnîşankirin ku Îsraîlê li Qudsê li dijî gelê bêguneh ên Filistînê êrîş û şîdeta xwe zêde kiriye û di erefeya Cejna Remezanê de gihiştiye asteke gelekî xirap.
Di danezanê de wiha hat gotin:
"Em weke Meclisa Mezin a Millet a Tirkiyeyê em tundî vê zordestî û nasnekirina hiqûqê şermezar dikin. Îsraîl derbarê Qudsê de di serî de biryarên Konseya Ewlekariya NYê, Lijneya Giştî ya TBMMê li dijî hemî hiqûqa navneteweyî tevdigere. Em bangawazî li teveka cîhanê dikin ku demildest bi awayekî tesîrdar û encamder destbikar bibin."
AA