TBMMyê biryarên Meclisa Nûneran a DYAyê şermezar kir

Bi tezkereya Serokatiya TBMMê ya ku li Lijneya Giştî ya Meclisê qebûl bû, biryarên Meclisa Nûneran a DYAyê hat şermezarkirin.

TBMMyê biryarên Meclisa Nûneran a DYAyê şermezar kir

i tezkereya Serokatiya TBMMê ya ku li Lijneya Giştî ya Meclisê qebûl bû, biryarên Meclisa Nûneran a DYAyê hat şermezarkirin.

Serokwekîlê TBMMê Süreyya Sadî Bilgiç, tezkereya bi îmzaya Serokê TBMMê Mustafa Şentop xwend û pişt re bi Lijneya Giştî da dengdan.

Di tezkereya qebûlkirî dehat goti, "Biryara Meclisa Nûneran ya ku bi tehdîsa cîbicîkirina mueyyideyan dijî Tirkiyeyê hat dayîn, di çavê me de wateya wê tenê hewla şantajê ye. Tirkiye ti carî serî li ber şantajan netewand, em ji xwedanên siyaseta peywendîdar radigihînin jî ku em bi yek wicûdê bi tundî vê biryarê şermezar dikin."

Di tezkereyê de hat destnîşankirin ku salên berê jî hewlên bi heman şêweyî çêbûne lê bi vî awayî dijminane li Meclisa Nûneran reng venedabû.

Hat ragihandin ku di pêvajoya derbasbûye ya hati guhertin belgeyên dîrokî nîn in, zihniyeta şermende ya siyasî ye ku berjewendiyên biçûk yên şexsî tê de ne.

Herwiha hat îfadekirin ku Tirkiyeyê li hember van îdiayan hertim gotiye bila arşîv vebin, ev wezîfe ya dîrokzanan e, ne ya siyasetmedaran.

Di tezkereyê de wiha hat gotin:

"Mixabin Meclisa Nûneran bi vê biryara xwe ne di wê xeta dije kolayetî û danezanên mafê mirovan de ye, bi berevajî piştevaniya mîrata diyaseta koledarî û  mêtîngeriyê dike. Ev ne rêya eqilmendiyê û rewiştê ye. TBMM di wê baweriyê de ye ku ev bûyer û îdia ne karê parlementoyan e. Meclisa Nûneran a DYAyê xwedan li wan bîrdoziyên hine derdoran ên derbarê qirkirina qaşo ya Ermeniyan derdikeve û digel îtîraza kesên xwedan eqil û wijdan ev kire biryar, em weke TBMMê vê biryarê redd û şermezar dikin.

Li dijî hewlên hinek siyasetmedarên ku armanca wan bi awayekî sîstematîk texrîbkirin û tunekirina mitefiqtî, dostanî, hevkariya dije terorî yên di navbera DYA û Tirkiyeyê de, weke Tirkiyeyê em îfade dikin ku kêr gihaye hestî. Em vê zihniyeta dijminane bi tundî şermezar dikin û weke tune dihesibînin. Bi van fikran ez ji Lijneya Giştî dixwazim ku ew hemû biryarên ku Meclisa Nûneran a DYAyê qebûl kirin, bi tundî bê şermezarkirin, bê redkirin û weke tune bê hesibandin. Biryara ku ji aliyê TBMMê bê dayin di Rojnameya Fermî de bê weşandin."

AA

Dîroka nûkirinê: 31 Cotmeh 2019, 17:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE