"Tehdîd û êrîş wê tu carî me ji armancên me dûr nexin"

"Tehdîd, binpêkirin û êrîşên ku di demên dawî da li dijî desthilatiya welatê me zêde bûne, wê tu carî me ji îdeal û armancên me dûr nexin."

"Tehdîd û êrîş wê tu carî me ji armancên me dûr nexin"

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku milletê Tirk bi îlhama ku ji nirxên xwe yên qedîm hildaye va weke 96 sal berê îro jî canê xwe da ber çavê xwe û li îstiqlala xwe xwedî derket û wiha dewam kir: "Tehdîd, binpêkirin û êrîşên ku di demên dawî da li dijî desthilatiya welatê me zêde bûne, wê tu carî me ji îdeal û armancên me dûr nexin."

Bi serokatiya Erdogan va Serokê Meclisê Bînalî Yildirim, Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, serokên organên daraza bilind, endamên Lijneya Wezîran, heyeta ku ji fermandaran pêk tê ji Rêya Şêran ra meşiyan û çûn mozoleya Ataturk.

Serok Erdogan çelenga ku motîfa heyv û stêrkê heye danî ser mozoleya Ataturk. Piştî rêzgirtinê Sirûda Îstiqlalê hat xwendin.

Bandoya Serokomariyê li qada merasimê Sirûda Îstiqlalê lêxist.

Erdogan û kesên pê ra paşê derbasî Qûleya Mîsaqa Millî bûn. Erdogan li wê derê Deftera Taybet a Anitkabîrê îmze kir.

Serokkomar Erdogan nivîsa ku di defterê da nivîsî xwend û got:

"Milletê Tirk bi îlhama ku ji nirxên xwe yên qedîm hildaye va weke 96 sal berê îro jî canê xwe da ber çavê xwe û li îstiqlala xwe xwedî derket û wiha dewam kir: "Tehdîd, binpêkirin û êrîşên ku di demên dawî da li dijî desthilatiya welatê me zêde bûne, wê tu carî me ji îdeal û armancên me dûr nexin."

Dema ku Serokkomar Erdogan çû Anitkabîrê û jê vegeriya welatiyan hezkirina xwe nîşan dan.

 

 

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Tebax 2018, 13:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE