"Tehemula me tune ku rojekê derengî bikevin"

Serok Erdogan: "Ji bo midaxeleya li dijî hezega terorê ya li rojhilatê Feratê Tirkiyeyê qasî têrê dem da der. Êdî ji vê şûnda tehemula me tune ku rojekê dîsa derengî bikevin."

"Tehemula me tune ku rojekê derengî bikevin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan der barê operasyona li rojhilatê Feratê da wiha got: "Ji bo midaxeleya li dijî hezega terorê ya li rojhilatê Feratê Tirkiyeyê qasî têrê dem da der. Êdî ji vê şûnda tehemula me tune ku rojekê dîsa derengî bikevin."

Erdogan li Qesra Dolmabahçeyê di Konferansa Darazê ya Yekem ya Dadgehên Bilind û Destûra Bingehîn ya Dewletên Endam/Çavdêrên Teşkîtala Hevkariya Îslamê da axivî.

Serok Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Mixabin îro li gelek ciyên dinyayê, xisûsî jî li herêma me zilmên ku wijdana me diêşînin tên kirin."

Erdogan ji bo bûyera kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî destnîşan kir li Serkonsolosxaneya Erebistana Siûdî kuştina wî meseleyeke biçûk nîne û her tişt eşkere ye û wiha got: "Ji qeydên dengan eşkere dibe ku di nav kesên hatine da kesên nêzî Prensê Welîehd hene û wezîfe hildane. Ciyê bûyerê eşkere ye. Me ji rayedarên ku şandin ra got, di nav 15 kesî da fail heye, hûn fail dizanin û jêhatî ne ku eşkere bikin. Ji me ra gotin me heta niha 18 kes binçav kirine û peyra ev jimar derxistin 22yan."

Serok Erdogan ji bona hevdîtina Serdozgerê Siûdî û Serdozgerê Komarê yê Stenbolê wiha got: "Hat û axivîn, lê tu agahî û belge nedan Serdozgerê Komarê yê Stenbolê, serdozger çi agahî hebûn da wan."

Erdogan bo kuştina Kaşikçi diyar kir di nav alema Îslamê da mixabin hin dewlet û derdoran gorî heq û edaletê qala rastiyê nekir û wiha got: "Eşkere dibe ku meseleyê hetanî ku derê here. Li NYyê mêze kin. Nîkkî Haleya nûnera daîmî ya Amerîkayê daxuyanî da. Bi eşkeretî nav da. Bi hemû hûrgiliyan êdî derdikeve holê."

Serok Erdogan diyar kir kesên ku dixwazin bi wesîleya rêxistinên terorê yên wekî DEAŞ, El Qaîde, Boko Heram, Eş Şebab û FETOyê alema Îslamê teslîm hildin, armanca wan ew e ku temarên heyatê yên Misilmanan birizînin.

Erdogan destnîşan kir dixwazin li herêmên li rojhilatê Feratê jî hizûr û ewlehiyê pêk bînin û wiha got: "Êrîşa ku ji Tel Rifatê dijî eskerên me yên li Efrînê hat kirin nîşan dide ku biryar çiqas rast û di cî da ye."

Serok Erdogan diyar kir bi çîroka Minbicê dixwazin bala wan bidin dereke din û biryardariya wan belawela bikin û wiha got: "Bi gavên ku li Sûriyeyê diavêjin va bi tenê ewlekariya xwe pêk naynin. Îzzeta ometê û hemû mirovahiyê jî diparêzin. Ji bo midaxeleya li dijî hezega terorê ya li rojhilatê Feratê Tirkiyeyê qasî têrê dem da der. Êdî ji vê şûnda tehemula me tune ku rojekê dîsa derengî bikevin."

Erdogan destnîşan kir li Qerecaxa li bintara Mexmûrê û Şengala her tim sînorê wan tehdîd dikin operasyona xwe kirin û got ku dewama wê jî ew ê bê."

Serok Erdogan destnîşan kir tu kes nikare dijî hiqûq û demokrasiya welatê wan û dilsoziya welatê wan ya di warê maf û azadiyan da gotinekê bêje.

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Kanûn 2018, 17:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE