''Tekane karê CHPyê ew e ku nehêle îtifaqa qirêj ya ku ava kiriye xirab bibe''

''Tekane karê CHPyê ew e ku nehêle îtifaqa qirêj ya ku ava kiriye xirab bibe''

Serokkomarê Türkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Welatê me ji nav pêngaveke dîrokî ra derbas dibe ku di demeke wiha da emê hevrabûna xwe ya bi gel ra xurttir bikin û emê têkoşînê bigîhînin serkeftinê."

Erdogan bi weşana zindî beşdarî kongreyên bajêr yên Bayburt, Gîresun, Nîgde û Zonguldakê ya 7emîn ya Asayî ya AK Partiyê bû û yên beşdarî kongreyê bûne pîroz kir.

Serok Erdogan anî ziman ew yekîtî, hevrabûn û biratiya xwe xurttir dikin, bi kelecan xizmeta gel û welêt dikin, hêvî û cehda xwe bi saya van kongreyan zêde dikin û spasiya kedkarên partiyê kir.

- "Tekane karê CHPyê ew e ku nahêle îtifaqa qirêj ya ku ava kiriye xirab bibe"

Erdogan mixalefetê û CHPyê rexne kir û wiha axivî: "Tekane karê CHPyê ew e ku partiyên ku xistiye mîzanê di hevsengiyê da bigire û nehêle îtifaqa qirêj ya ku ava kiriye xirab bibe. Xemginiya me ya herî mezin ew e ku xirabiya di nav xwe da bi bikaranîna ciwanên me û xistina dahatûya wan a talûkeyê va vedişêrin."

- "Hilbijartinên 2023yan girîng in"

Serok Erdogan behsa hilbijartinên 2023yan kir û wiha axivî: "Hilbijartinên 2023yan girîng in. Ez ji we dixwazim heta roja hilbijartinê bi hemû hêza xwe va li qadê bixebitin, deriyekî ku we lê nexistibe, derdekî we guhdar nekiribe, dilekî ku we nekirîye bila nemîne. Em bi hev ra dişopînin. Kesên hiş û dilê xwe zanetî an jî nezanî dane dijminên Türkiyeyê her derfeta ku dibînin da êrîşî aramî, îstiqrar û demokrasiya welatê me dikin. Hemd ji Xwedê ra me heta îro bi alîkariya Xwedê û piştgiriya gelê xwe serî li hemberî tu kesî netewand û emê netewînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE