Teklîfa budçeya 2019ê hat meclisê

Budçeya ewil a sîstema nû hat ber Serokatiya Meclisê

Teklîfa budçeya 2019ê hat meclisê

Teklîfa ewil a budçeyê ya sîstema hikûmeta serokatiyê hat ber meclisê. Budçeya sala 2019an bi temamî 961 milyar lîre ye. Civînên ji bo qanûna budçeyê hefteya pêş me wê dest pê bike.

Serokatiyê, budçeya 2019an hazir kir. Budceya îsal bi temamî 960 milyar û 976 milyon lîre ye.

Hedefa kêmasiya budçeyê jî 80 milyar û 616 milyon lîre ye.

Ji bo razemeniyan jî 76 milyar lîre pere hat veqetandin.

Di nav wezaretan de pereyê herî zêde ji bo Wezareta Perwerdeya Neteweyî hat veqetandin.

Para Wezareta Perwerdeyê jî 114 milyar lire ye.

Para duyemîn jî bi 103 milyar lîreyî ji bo Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî hat cihêkirin.

Dîroka nûkirinê: 18 Cotmeh 2018, 12:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE