Teklîfa efûyê ya MHPyê li Serokatiya Meclisê ye

MHPyê ji bo sûcên ku heta 19ê gulana 2018an hatine kirin pêşnûmaya qanûnê amade kir û pêşkêşî Serokatiye Meclisê kir

Teklîfa efûyê ya MHPyê li Serokatiya Meclisê ye

MHPyê ji bo sûcên ku heta 19ê gulana 2018an hatine kirin pêşnûmaya qanûnê amade kir û pêşkêşî Serokatiye Meclisê kir.

Di pêşnûmaya qanûnê da îmzeya Alîkarê Serokê Giştî yê MHPê û Parlamenterê Stenbolê Fetî Yildiz, Cîgirserokên Koma MHPê Erkan Akçay û Erhan Usta û îmzeya parlamenterên MHPyê heye. Navê pêşnûmayê "Teklîfa Qanûnê ya Ji bo Kêmkirina Dema Cezayên Hin Sûcan û Berdana Girtî û Mehkûman" e.

Li gor pêşnûmayê sûcên ku piştî 19ê gulana 2018an hatine kirin, nakevin çarçoveya pêşnûmaya qanûnê.

Mebesta vê pêşnûmayê ew ku kesên beriya vê dîrokê sûc kiribin, ji bilî hin sûcan, ji cezayê ku divê li gor Qanûnê bikşînin li gor şertan kêm dike û piştî kêmkirinê heke ceza nemabe, girtî wê ji hebsê derkevin.

Wê seba carekê 5 sal ceza wê were kêmkirin, heke ceza piştî kêmkirinê nemîne jî mehkûm tê berdan.

Heke çendîn ceza li mehkûm hatibin birîn jî wê hemû bidin ser hev û ji tevahiya ceza 5 sal were kêmkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 24 îlon 2018, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE