Teklîfa qanûnê ya derbarê hilbijartinê li Lijneya Giştî ya TBMMê qebûl bû

Teklîfa qanûnê ya derbarê hilbijartinê li Lijneya Giştî ya TBMMê qebûl bû

Teklîfa qanûnê ya ku daxistina benda hilbijartinê ji bo ji sedî 7an jî di xwe de digire li Lijneya Giştî ya TBMMê qebûl bû û bû qanûn.

Teklîfa Qanûna ya derbarê Guherankariya di Qanûna Hilbijartina Parlementeran û Hin Qanûn din de ku bi îmzaya hevbeş a parlementerên AK Partiyê û MHPê hatibû amadekirin li Lijneya Giştî ya TBMMê qebûl bû û bû qanûn.

Li gorî qanûnê benda hilbijartinê ya li welêt ku heta nuha ji sedî 10 bû wê dakeve ji sedî 7an.

Dema teveka dengên ku tifaqekê sitendin benda welêt derbas bike, dê hesab û dabeşa parlementeran a li derdorên hilbijartinê li ser asta ku partiya di nav tifaqê de sitendiye esas were girtin.

Hejmara parlemeterên ku her yek ji partiyên siyasî yên di nava tifaqê de sitend, dê li gorî dengên ku wê partiyê di nava tifaqê de sitendiye esas were girtin û dê bi sepana giştî ya D'Hondtê were cîgirkirin.

Partiya ku kîfayeta beşdarbûna hilbijartinê bi dest xist, di nava wê mîada ku di Qanûna Partiyên Siyasî û tizuka partiyê de hatiye destnîşankirin, heke kongreyên xwe yên mezin li navçe û wîlayetan yek ser yekê 2 caran nekiribe dê mafê xwe yên beşdarbûna hilbijartinê ji dest bide.


Herwiha avakirina komê di parlementoyê de bi awayekî reha dê ne be merceke kîfayeta ji bo beşdarbûna hilbijartinê.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE