Tel Ebyad ji terorîstên YPG/PKKyî hat rizgarkirin

Di Herekata Kaniya Aşitiyê da tevahiya navenda navçeya Tel Ebyadê ji terorîstên YPG/PKKyî hat rizgarkirin

Tel Ebyad ji terorîstên YPG/PKKyî hat rizgarkirin

Di Herekata Kaniya Aştiyê ya ku ji hêla Artêşa Tirkiyeyê (TSK) va hat destpêkirin da navenda navçeya Tel Ebyadê ji terorîstên YPG/PKKyî hat rizgarkirin.

Herekata Kaniya Aştiyê ya ku armanca wê ew e ku korîdora terorê ya dixwazin li ser sînorê başûr ê Tirkiyeyê ava bikin ji holê bê rakirin û li herêmê aştî û aramî bê pêkanîn, li bakurê Sûriyeyê ji hêla Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û bi piştgiriya Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) va li dijî YPG/PKK û DEAŞa rêxistinên terorê bi serkeftî dewam dike.

Li Tel Ebyadê, piştî pevçûna di navbera eskerên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê û terorîstên YPG/PKKyî li tevahiyê navçeyê kontrol pêk hat.

Bi çend terorîstên ketine postexaneyê ra pevçûn dewam dike.

Eskerên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê li navçeyê dest bi xebatên lêgerînê kir.

Piştî Resuleynê Tel Ebyad bû navçeya duyem ku hat rizgarkirin.

Di hereketa ku 9ê cotmehê dest pê kir da heta niha 2 navçe, bajarokek û 56 gund ji YPG/PKKyê hatin rizgarkirin.

YPG/PKKyê Tel Ebyada dikeve li hemberî Akçakaleya navçeya Şanliurfayê di hezîrana 2015an da bi piştgiriya Amerîkayê dagir kiribû.

Nifûsa Tel Ebyadê hema bibêje tevahî Ereb in. Li rojavayê navçeyê gundên Tirkmenan jî hene.

Dîroka nûkirinê: 15 Cotmeh 2019, 10:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE