"Terorîst nikarin bibin mitefîqên we"

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin: "(Gotina 'Mitefîqên Kurd' a Grahamê Senatorê Amerîkayî)Terorîst nikarin bibin mitefîqên we. Çawa ku DEAŞ misilmanan temsîl nake, PKK jî Kurdên Sûriyeyê an jî Kurdên dereke din temsîl nake"

"Terorîst nikarin bibin mitefîqên we"

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin der heqê gotina "Mitefîqên Kurd" ku Senatorê Carolînaya Başûr Komarparêz Lindsey Graham di parvekirina xwe ya li ser pêvajoya vekişîna Amerîkayê ya ji Sûriyeyê da got da wiha got, "Terorîst nikarin bibin mitefîqên we. Çawa ku DEAŞ misilmanan temsîl nake, PKK jî Kurdên Sûriyeyê an jî Kurdên dereke din temsîl nake."

Kalin peyama xwe ya li ser mijarê li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir.

Berdevkê Serokomariyê Kalin Graham jî etîket kir û wiha got, "Hûn têkiliya PKKya terorîst û PYDya şaxa wê ya li Sûriyeyê û YPGyê dizanin û we ev li ber raya giştî jî ji her kesî eşkeretir got. Terorîst nikarin bibin mitefîqên we. Çawa ku DEAŞ misilmanan temsîl nake, PKK jî Kurdên Sûriyeyê an jî Kurdên dereke din temsîl nake."

Di parvekirina Graham da gotina "Mitefîqên Kurd"

Li Amerîkayê Senatorê Carolînaya Başûr Komarparêz Lindsey Graham li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha gotibû:

"Serok (Serokê Amerîkayê Donald Trump) heke ji Sûriyeyê vekişe niha ev tişt temîn kirine: Yek, gotî DEAŞ bi temamî hatibe îmhakirin. Dudu, gotî Îran nekeve cihên ku vala dibin. Sisê, gotî mitefîqên me yên Kurd werin parastin. Serok Donald Trump di dema pêvajoya vekişînê da ji bo van armancan bi fermandar û mitefîqên me ra dixebite.

Balyozê Washingtonê yê Tirkiyeyê Serdar Kiliç jî bertak nîşanî parvekirina Graham dabû û wiha gotibû: "Birêz Senator dema ku hûn dibêjin mitefîqên me yên Kurd ez bawer im ku hûn ji YPG/PYDyê ra nabêjin. Hûn ji her kesê Washingtonê zêdetir dizanin ku di navbera YPG/PYD û PKKyê da têkiliya ferman û fermandariyê nayê înkarkirin û di heman demê da we ev ji raya giştî ra îfşa kir."

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE