Teslîmata S-400an: medyaya cîhanê qala teslîmatê kir

Ajansên navneteweyî yên cîhanê teslimat wek nûçeya dawî ragihandin

Teslîmata S-400an: medyaya cîhanê qala teslîmatê kir

Tirkiyê ji Rûsyê pergala parastina hewayê ya s-400an stend. Medyaya cîhanê jî qala teslîmkirina s-400an kir. Ajansên medyayê ev xeber wek nûçeya lezgîn ragihand. Medyaya emerîkayê got, tirkiyê li hemberî gefên ambargoyê gava xwe neda paş.

Teslîmkirina pergala parastina hewayê S-400an, di çapemeniya dinyayê de deng veda.

Wezareta Parastina Newteweyî got qisma ewil a sîstemê hat Tirkiyê. Pişt re ajansên navneteweyî ev xeber wek nûçeya lezgîn û nûçeya dawî belav kir.

Ajansa Reuters (ROYTİRS)ê ya Îngilistanê li ser daxuyaniya wezaretê nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hat gotin ji ber S-400an di navbera Emerîka û Tirkiye de rageşî derketiye.

Ajansa AFPê ya Fransayê di nûçeya xwe de behsa daxuyaniya wezaretê kir.

Rojnameya Waşîngton Postê di nûçeya xwe de îdia kir ku NATOyê ji ber S-400an de Tirkiye hişyar kiriye.

Di nûçeya rojnameya Emerîkayê de hat gotin; Tirkiyê guh neda hişyariyên Emerîkayê û qisma ewila S-400an stend.

Rojnameya New York Timesê jî ragihand ku Serok Recep Tayyip Eroğan di kirrîna S-400an de gava xwe neda paş.

Televîzyona Foks Newsê di nûçeya xwe ya înternetê de got, Tirkiyê kirrîna ekîpmanan wek meseleya neteweyî qebûl kir û li hemberî fişara Emerîkayê serî nekir ber xwe.

Ajansa Sputnîkê ya Rûsyê jî bibîr xist ku peymana krediyê ya derbarê S-400an de di 2017an de hatiye îmzekirin.

Her wiha Sputnîkê got, NATO û Emerîkayê bi hinceta ewlehiyê peymena Rûsya û Tirkiyê rexne kiribû.

Dîroka nûkirinê: 13 Tîrmeh 2019, 16:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE