Tewdîrên ji bo hilbijartinên herêmî

Soylu bal kişand ser kar û barên ku ji bo ewlehiya hilbijartinê tên kirin û got: "Ji bo tu kesî divê destûr neyê dayîn ku ew bi hilbijartin, siyaset û demokrasiya Tirk da îznatê bînin û li gor kêfa hin kesan jî divê zirar negihêje hilbijartinê.

Tewdîrên ji bo hilbijartinên herêmî

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu der heqê hilbijartinên 31ê Adarê da got: "Em dibînin ku hevalên me ji bo hilbijartinê hewl didin û dest bi hildana tewdîran dikin. Niha kontrol û temîrkirina pergalên kamerayê tên kirin, jenerator tên kontrolkirin, kêmasiyên wek jenarator û ronîkirinê tên kirîn. Ez dixwazim bibêjim ku bila raya giştî di vê mijarê da rihet be."

Wezîr Soylu di Civîna Ewlehiya Herêma Hilbijartinê da ku li Kaya Termal Otêlê hat kirin da axivî û ji bo kesên di bobelata li Antalya, Mugla û Bodrumê wefat kirin da sersaxî da û ji bo birîndaran jî şifa xwest.

Soylu bal kişand ser kar û barên ku ji bo ewlehiya hilbijartinê tên kirin û got: "Ji bo tu kesî divê destûr neyê dayîn ku ew bi hilbijartin, siyaset û demokrasiya Tirk da îznatê bînin û li gor kêfa hin kesan jî divê zirar negihêje hilbijartinê.

Di salên dawîn da hewleke ku her tim dixwazin ewlehiya hilbijartinê bînin rojevê û pê dek û dolaban çêkin hene. Di her hilbijartinê da li gor bernameyeke ku ji xwe ra kifş kirine heman tişt û senaryoyên klîşe tînin rojevê. Di asta ewil da li ser lîsteya hilbijêran a ku tê daliqandin, paşê li ser azadiya îfadeyê û herî dawîn jî li ser bijartinê hin derewan diavêjin meydanê. Yan dixwazin bi vê yekê ser bêkêrbûna xwe bigirin û yan jî dixwazin wê îstiqrara welêt bi rêyên demokratîk hatiye bidestxistin, xera bikin."

Li ser îdiaya ku wê welatiyên Sûriyeyê jî ray bidin da Soylu nirxandineke kir û got: "Ewilî derewa ku wê Sûriyeyî jî rayê bidin avêtin ortê. Dema ku reqam û agahiyên rastîn hatin dayîn deng ji wan derneket. Vê carê jî xwestin mijara navnîşan guherandinê û hilbijêrên mirî biavêjin meydanê. Ji bo vê jî him wezaretê û him jî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind bi belge û agahî bersiv dan. Heta di nav vê hefteyê da di civîneke ku me li Enqereyê kir da ji ber îznateke ku xwestin biavêjin ser cendermeyan me bi delîlên hiqûqî û reqaman bersiv da. Em niha li benda îznata wan a di rêzê da ne. Rûyê me sipî ye û hemû pêvajoyên me zelal in û pêvajoyên me yên hiqûqî yên li welatê me bi her awayî dişixule. Hemû saziyên makezagonî jî şikir ji Xwedê ra ku li ser wezîfeyên xwe ne."

Wezîr Soylu ragihand ku ew îdiayên ji hêla derewkaran va tên gotin hemû vir, derew û îznat in û wiha pê da çû: "Li Tirkiyeyê hilbijartin di merheleya dijîtal da nayê kirin, dengdayîn jî bijartina dengan jî dijîtal nîne. Welatî diçe mohra xwe lê dixe û raya xwe dide. Di serê pergala me ya hilbijartinê da mirov heye û di dawiyê da jî mirov heye. Ji ber vê jî ew îdiayên ku di dema bijartina rayan da hin kes dikarin bi bernameya nivîsbariyê ya kompîturê va bi çend tikandinan va li ser encamê tesîr bikin, ji binî va derew in û tu rastiya vê tuneye. Di hilbijartinên heta îro da di vê qadê da tu îtirazeke bi vî rengî ku li ser encamên hilbijartinê tesîreke mezin bike, nehatiye kirin."

Der barê xebatên hilbijartinê yên ku ji hêla hin kesan va bêyî destûr tên kirin da jî Soylu bal kişand ser qanûn û rêziknameyên bi mijarê ra eleqedar in û wiha dewam kir: "Kesên xeber nedabin, rabin standekê vekin û destûrên fermî hilnedabin û rabin çalakiyên korsan organîze bikin û bi polês û cendermeyan ra bên hemberî hev helbet ev merîfet nîne û di heman demê da usûla siyasetê jî nîne. Ji ber vê jî ez careke din rica dikim û dibêjim ku bila hemû alî di vê mijarê da li mewzûeta vê qadê eleqedar dike mêze bikin, di vê mijarê da em li hemberî karên dereqanunî nikarin xwe ker bikin û ez vê dibêjim."

Dîroka nûkirinê: 29 Çile 2019, 17:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE