Tezkereya Azerbeycanê li Meclisê ye

Tezkereya Serokomariyê ya ji bo Azerbeycanê şandina eskeran pêşkêşî Serokatiya Meclisê kirin.

Tezkereya Azerbeycanê li Meclisê ye

Tezkereya Serokkomariyê ya ji bo Azerbeycanê şandina eskeran pêşkêşî Serokatiya Meclisê kirin.

Di tezkereya ku bi îmzeya Serok Recep Tayyîp Erdogan hat şandin da hat bibîrxistin ku Azerbeycana welatê dost û bira bi salan e têkoşînê dide ku axa xwe ji dagirkeriyê xelas bike.

Di tezkereyê da hat gotin ku Ermensitanê di 27ê îlonê da li Qerebaxa Jorîn dijî hedefên eskerî û sivîl êrîş da destpêkirin û Azerbeycanê di çarçoveya mafê xwe yê midafayê da weke bersiv herekat da destpêkirin û ji bo rizgarkirina axa xwe ya dagirkirî serkeftinên mezin bi dest xistin.

Di tezkereyê da hat bibîrxistin ku li gor mitabaqata navbera Rûsya û Ermenistanê di 10ê mijdarê saet 00.00î pê va di navbera Azerbeycan û Ermenistanê da agirbest çêbû û planeke ku herêmên dagirkirî wê di demeke kifşkirî da teslîmî Azerbeycanê bikin, ji bo kontrolkirina agirbestê li ser axa Azerbeycanê ya ku ji dagirkeriyê hat xelaskirin, "Navenda Hevpar" wê were avakirin.

Li ser daxwaza Azerbeycanê Türkiye û Rûsya wê bi hev ra li Navenda Hevpar cih bigrin.

Ji bo ku ji Navenda Hevpar ra personelên Artêşa Türkiyeyê û li gor hewcedariyê personelên sivîl werin şandin, ji meclisê ra tezkere hat şandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE