Tezkereya ku dirêjkirina pêvajoya şandina eskeran ji bo Iraq û Sûriyeyê di xwe de digire, li hember dengê "na" ya CHP û HDPê bi dengên "erê" yên AK Partî, MHP û ÎYÎ Partiyê 2 salên din hat dirêjkirin.
Di tezkereya Iraq û Sûriyeyê de, tekezî li wê yekê hat kirin ku li sînore avên Tirkiyeyê yên başûr ji ber pêşhatên derdorê digel tehdîd û rîska rewşa pevçûnê didome.
Di tezkereyê de herwiha hat destnîşankirin ku Tirkiye giringiyê dide yekparçeyiya ax, yekîtiya neteweyî û îstiqrara Iraqa cîranê xwe û wiha hat gotin:
"Ji aliyekî din ve hebûna PKK û DEAŞê li Iraqê ji bo welatê tehdîd e. Li Sûriyeyê li cihên nêzîkî sînorên Tirkiyeyê di serî de PKK/PYD-YPG û DEAŞ, rêxistinên terorê hebûna xwe didomînin û çalakiyên xwe yên terorî yên li dijî welatê me, asayişa me ya neteweyî û li dijî sivîlan didomînin."
AA