Tezkereya Komara Afrîkaya Navîn û Maliyê li Meclisê ye

Tezkereya Komara Afrîkaya Navîn û Maliyê li Meclisê ye

Tezkereya Serokomariyê pêşkêşî Serokatiya Meclisê kirin ku rayeya Artêşa Tirkiyeyê saleke din dirêj dike ku beşdarî herekat û mîsyonên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên li Malî û Komara Afrîkaya Navîn bibe.

Di tezkereya ku bi îmzeya Serokomar Recep Tayyip Erdogan hat şandin da hat diyarkirin, NYyê Tirkiye vexwend ku beşdarî Mîsyonên Entegre û Îstiqrarê yên Piralî yên li Malî û Komara Afrîkaya Navîn bibe.

Di tezkereyê da hat xwestin, ji bo şandina Artêşa Tirkiyeyê, îzna ku 6ê Cotmeha 2020î hatiye dayîn, ji 31ê Cotmeha 2021ê pê va ji bo salekê were dirêjkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE