Tezkereyên ji bo dervayî welêt şandina eskeran li Meclisê ne

Tezkereyên ji bo dervayî welêt şandina eskeran li Meclisê ne

Tezkereya Serokkomariyê ya der barê Iraq û Sûriyeyê da rayeya operasyonên li dervayî sînoran dide Serokkomar ji bona du salên din jî bê dirêjkirin pêşkêşî Serokatiya Meclisê kirin.

Tezkereya Iraq û Sûriyeyê bi îmzeya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan hat şandin û di tezkereyê da hat destnîşankirin ku li herêmên mucawir ên sînorê başûr ê Tirkiyeyê geşedan û pevçûnên ku diqewimin, ji aliyê ewlehiya neteweyî va rîsk û tehdîdan di xwe da dihewîne û ev rîsk û tehdîd zêde dibin û dewam dikin.

Di tezkereyê da hat daxuyandin ku ji bo parastina yekparetiya Iraqa cînar, yekîtiya neteweyî û îstiqrarê tezkere gelekî girîng e û wiha hat gotin, "Ji aliyê din va li Iraqê hebûna PKK û DEAŞê, hewildanên li ser cihêkirina neteweyî seba aştiya herêmî, îstiqrar û ewlehiya welatê me rasterast tehdîd e. Li Sûriyeyê, li nêzî sînorên me PKK/PYD-YPG û DEAŞ di serî da rêxistinên terorê hebûna xwe didomînin, çalakiyên wan li dijî welatê me, ewlehiya me ya neteweyî û sivîlan didomin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE