"Îtifaqa Cumhûr şanseke ji bo jinûve înşaya Tirkiyeyê"

Erdogan di weşana hevbeş a TV 360 û 24 TVyê de derbarê rojevê de nirxandin kirin.

"Îtifaqa Cumhûr şanseke ji bo jinûve înşaya Tirkiyeyê"

 Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Tiştên ku di rabirduyê de qewimîn dereseke giring e. Piştî 31ê adarê heke tiştên weke wê biqewimin, emê demildest serî li darazê bidin û rê ji bo qeyyuman vekin. Nedîtina serkeftinên qeyyûman korîtiya bi çav e. Nimûneya wê ya herî baş Diyarbekir e."

Erdogan di weşana hevbeş a TV 360 û 24 TVyê de derbarê rojevê de nirxandin kirin.

"Tiştên ku di rabirduyê de qewimîn dereseke giring e"

Serokomar Erdogan di bersiva pirsa derbarê tayinkirina qeyyûman de wiha got, "Tiştên ku di rabirduyê de qewimîn dereseke giring e. Piştî 31ê adarê heke tiştên weke wê biqewimin, emê demildest serî li darazê bidin û rê ji bo qeyyuman vekin. Nedîtina serkeftinên qeyyûman korîtiya bi çav e. Nimûneya wê ya herî baş Diyarbekir e."

Erdogan got, "Bila îsbat bikin ka kengî min ji dengdêrên HDPê re gotiye terorîst. Dema îsbat bikin ezê demildest çi pêwist be bikim."

"Dilsoziya rapirsînan nema ye"

Erdogan derbarê rapirsînên hilbijartinê de nirxandin kirin û wiha got, "Em dibin şahid ku hinek rapirsîn ji bo manipulasyon tên bikaranîn. Dilsoziya rapirsînan weke yê berî 5-6 hilbijartinan nema ye. Em bi xwe çê dikin."

tifaqa Cumhûr şanseke ji bo jinûve înşaya Tirkiyeyê"

Serokomar Erdogan ji bo Îtifaqa Cumhûr jî wiha got, "Îtifaqa Cumhûr tewereya serekî ya wê veguhezîna welatê me ya muezzem e. Îtifaqa Cumhûr şanseke ji bo jinûve înşaya Tirkiyeyê."

"Dema hinek tişt rû bidin emê tişta pêwîst bikin"

Erdogan got, "Me çawa li Sûriyeyê korîdora terorê şikand bi heman şêweyî dema hinek tişt rû bidin emê tişta pêwîst bikin. Eha ya ku jê re tê gotin Mitabeqeta Adanayê ev e. Di dije teroriyê de, em cudahiyê nakin ka Kurd e, Fransî ye, Yewnan e, Awisturalyayî ye ferq nake. Yên ku berê çekê bidin leşkerê me, emê jî berê çekê bidin wan. Li hundir û derveyî sînorên me, me derbeke giran li rêxistina terorê da, îdî nikarin serê xe bilind bikin."

Serokomar Erdogan derbarê herêma ewledar wiha axivî:

"Di vê pêvajoyê de Trump sekneke biryardar nîşan de. Lê di vê xalê de pergaleke sazkirî ya Amerîkayê heye, mîna dewleta kûr, dibe ku ew rêgiriyê bikin. Heke kontrola vêderê jibilî Tirkiyeyê bidin hinekan em qebûl nakin. Çimkî ji wî alî ve êrîş li dijî me çêdibin. Em pêvajoya vekişîna Amerîkayê ji Sûriyeyê germa germ dişopînin. Nuha hê gav nehatine avêtin. Herwiha heke Amerîka çekan hilde û bibe, malê wê ne bila bibe. Heke nebe bila bide me, emê bazara xwe bikin, bila nedin terorîstan."

"Di warê S-400î de me kar qedand, jêveger ne mumkun e"

Erdogan got, "Di warê S-400î de me kar qedand, jêveger ne mumkun e. Em bi Rûsan re li hev hatin, emê derbasî îmalata hevpar bibin, dibe ku piştî S-400î em derbasî S-500î bibin."

"Em ewên weke bûkalemûnan dibînin, emê bibînin"

Erdogan li ser FETOya rêxistina terorê wiha axivî:

"Bila gelê dilrehet be. Biryardariya me ya di têkoşîna dijî FETOyê de berdewam e. Em ewên weke bûkalemûnan dibînin, emê bibînin. Ji serê 2019an heta îro 3 hezar û 306 operasyon li dijî FETOyê hatin lidarxistin. Îsal 7 hezar û 416 binçavkirin û hezar û 385 girtin hatin girtin. Li gorî 15ê temmûzê em hêzeke hê bi qawettir in. Emê xefikên wan, bi wan de biçelpînin. Hemî tedbîrên me amade ne. Him tu sûcdar dibinî û him jî bi merca kontrola edlî serbest berdidî. Di doza FETOyê de ez eşkere bêjim, Adil Oksuz. Mehkûmiyeta Candundar jî wisa ye bi merca kontrola edlî serbest hat berdan, reviya çû, ev zilam xayinê welat e. Dijminên Tirkiyeyê himbêza xwe ji van re vedikin."

Dîroka nûkirinê: 07 Adar 2019, 17:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE