"Îtifaqa Cumhur wê terorîstên di şikeftan da biqedîne û bidome"

"Îtifaqa Cumhur wê terorîstên di şikeftan da biqedîne û bidome"

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Di vê rêyê da Îtifaqa Cumhur û îqtidara AK Partiyê bi bawerî heta terorîstên ku hûn xwedî li wan derdikevin di şikeftan da bên qedandin, wê bidome."

Serok Erdogan di Komcivîna a Meclisê ya AK Partiyê da axivî.

Serok Erdogan destnîşan kir hêza ku di serkêşiya CHPyê da dijî Îtifaqa Cumhur hatiye avakirin ji ber ku bingeha wê rizî ye di serî da şerê dijî terorê li hember her hedîseyên diqewimin da ji hev da dikeve û wiha got: "Li hemberî me hêzeke ku tenê sufleyên ji derva da di guhên wan da dibêjin di bin navê mixalefetê da dubare dikin, bêvizyon, bêarmanc, bêrêgez û gotina herî rast hêzeke mîna heyûlayê heye."

Erdogan diyar kir CHP partiyeke wisa nijadperest e ku ji Dya demokrasiyê jî bêpar e û tenê li ser gotinê ye û îstismar dike û got ku CHP êdî partiyeke siyasî ya heqîqî nîne û rêxistineke amorf e ku bûye mîna heyûlayê.

Serok Erdogan destnîşan kir qetlîma li Garayê bi beriya xwe û piştî xwe ji bona li welatê wan nîşan bide ku di meseleya terorê da kî li ku derê disekine bûye mîna turnusolê û wiha axivî, "Di vê rêyê da Îtifaqa Cumhur û îqtidara AK Partiyê bi bawerî heta terorîstên ku hûn xwedî li wan derdikevin di şikeftan da bên qedandin, wê bidome."

Erdogan diyar kir operasyonên ku Tirkiye li nav sînorên xwe û li derva dijî terorê dimeşîne him heqeqî meşrû ne û him jî wezîfeya wê ya însanî ye û got biryardariya welatê me ya di şerê dijî terorê da ne tenê hezkiriyên terorê li derva jî gelek derdoran aciz dike.

Serok Erdogan der barê xebatên li ser aşiya Kovîd-19ê da diyar kir meha Adarê ji bona aşîkirinê w3e bibe heyameke girîng ku wê gelek gav biavêjin û got ku ji bona peydakirina aşiyê em serî li hemû rêyan dixin.

Erdogan der barê pêvajoya asayîbûnê da jî diyar kir ji 1ê Adarê pê va li bajarên ku kirîteran bi cî tînin gavên ku li bendê ne wê biavêjin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE