îtirafên ankesoran: talimatnameya FETÖ

Talimatnameya FETÖ’yê ya “bi personelên eskerî re têkîliyê deynin”

îtirafên ankesoran: talimatnameya FETÖ

Hat zanîn ku rêxistina terorî fetö'yê ji bo bi endamên xwe re têkiliyê dayne, bi navê “pêwendiya seba personelên leşkerî” talîmatnameyek weşandiye. Hurgilî, di îdianameya jêpirsînê ya derbarê efserê li fermandariya cendirmeyan de derketin. Kodên ku fetö'yê ji bo pêwendîyê danîbûn, dîsa hatin deşîfrekirin.

Digotin, “Pêşbirk betal bû” yan jî “em biçin sînemayê.”

“Di heman kulûbeya telefonê de du caran li ser hev axaftin qedexe bû.”

“Xwendekaran tu carî telefonên xwe nedixistin civînê.”

Ev gotin hemû di îdianameya derheqê serefserê berê yê FETÖ’yî de hatin deşîfrekirin. Bi vê rê, careke din kodên pêwendîdanînê yên rêxistina FETÖ’yê eşkere bûn.

Di lêpirsîna avabûna Fermandariya Cendirmeyan a Giştî ya rêxistinê de derket ku bi telefona ankesorî 30 carî li efserekî geriyane.

Di îdianameya derbarê efser de hat tespîtkirin ku FETÖ, ji bo van lêgerînan talîmatnameya “pêwendiyê bi personelên leşkerî re deynin” amade kiriye.

Endamên payebilind ê ku telefonî efserê FETÖ’yî kiriye, her tişt eşkere got.

“Me her du reqemên telefonan wek ku bibe 99 temam dikirin û wisa dikir kod û li ser kaxizê dinivîsî. Min bi telefonên ankesorî yên li bûfeyên li nêzî mala min telefonî wan dikir. Dema ku ez ê li çend kesan bigeriyama, ez diçûm bûfeyên cuda. Ev, yek ji tevdîrên me yên sereke bû.”

Di îfadeyan de derket ku endamên payebilind ên FETÖ’yê, telefonên li ser navên xelkê şixulandine.

Endamên rêxistinê ew telefon paşê bi xwe îmha kirin.

Di îdianameyê de kifş bû, bi taybetî endamên rêxistinê yên krîptoyî ji bo ku bên deşîfrekirin, delîlên telefonên bi kontor pirr girîng in.

Dîroka nûkirinê: 18 îlon 2018, 11:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE