"Tirkiye biryardar e ku li rojhilatê Feratê herêma ewle ava bike"

Wezareta Karê Derve bi daxuyaniyekê ragihand, "Tirkiye biryardar e ku rojhilatê Feratê ji terorîstan paqij bike û herêma ewle ava bike."

"Tirkiye biryardar e ku li rojhilatê Feratê herêma ewle ava bike"

Berdevkê Wezareta Karê Derve Hamî Aksoy ragihand ku "Tirkiye bi mebesta parastina beqa û asayişa xwe, herwiha ji bo pêkanîna îstiqrar, aramî û aşitiyê li Sûriyeyê, biryardar e ku rojhilatê Feratê ji terorîstan paqij bike û herêma ewle ava bike."

Berdevk Aksoy tekezî li wê yekê kir ku li gorî hiqûqa navnetweyî, mafê sereke yê Tirkiyeyê li dijî hemî cure terora ku çavkanî li Sûriyeyê ye, tedbîran bistîne û asayişa xwe neteweyî biparêze.

Aksoy destnîşan kir ku Tirkiyeyê heta îro hewleke gelek da ji bo tedbîrên navborî digel hevpeymanên xwe bîne cî û bal kişand ser wê yekê ku meqamên eskerî yên DYAyê sozên xwe bi cih neanîn û wiha pê de çû:

"Di nava pêvajoyê de burokrasiya ewlehiyê ya DYAyê, ji dêvla ku dawî li angajmana xwe ya digel PYD/PKKya rêxistina terorê ya ku rojhilatê Feratê dagîr kirye bîne, ew zêde kiriye û helwesteke li dijî têkiliyên hevpeymaniyê digel welatê me nîşan daye. Tirkiye weke endameke civaka navneteweyî bi mebesta parastina beqa û asayişa xwe, herwiha ji bo pêkanîna îstiqrar, aramî û aşitiyê li Sûriyeyê, biryardar e ku rojhilatê Feratê ji terorîstan paqij bike û herêma ewle ava bike." 

AA

Dîroka nûkirinê: 08 Cotmeh 2019, 16:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE